Li Minbicê mayin teqiya: 2 xwişk û bira birîndar bûn

Li Minbicê mayin teqiya, di encamê de 2 xwişk û bira birîndar bûn.

23.04.2024, Sal - 21:12

Li Minbicê mayin teqiya: 2 xwişk û bira birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xelkê sivîl bi berdewamî dibe qurbaniyên paşmayên şer.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Til Tovrînê yê Minbicê ku di bin kontrola HSDyê de ye di dema derbasbûna traktorê de mayin teqiya.

Di encama teqînê de du xwişk û bira birîndar bûn.

Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî SOHRê, îsal li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber teqîna bombe, top û mayinan 21 jin û 29 zarok jî di nav de bi giştî 97 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Herwiha 12 jin û 50 zarok jî di nav de bi giştî 102 sivîl birîndar bûne.

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x