Li Reqayê êriş: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Reqayê êrişî ofîsa Encûmena Leşkerî hat kirin, 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

28.03.2024, Per - 13:12

Li Reqayê êriş: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku grûpeke çekdar doh nîvro li Taxa el-Diriyê ya li rojavayê Reqayê, êrişî ofîsa rêvebiriyê ya Encûmena Leşkerî ya Reqayê kiriye.

Li gorî heman daxuyaniyê, di wê êrişê de du nobedarên ofîsê canê xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

Li hêla din, dema hewl hatiye dayîn ku êrişkar werin girtin çekdarek ji wan birîndar bûye lê hîn şopa êrişkarên din tê ajotin.

HSDyê da zanîn, “Diyar e şaneyên DAIŞê li pişt wê êrişê ne.”

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:04:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x