Li Rojavayê Kurdistanê leşkerek mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

12.09.2024, Per - 10:24

Li Rojavayê Kurdistanê leşkerek mir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyê, navê wî leşkerî Onur Çapan û ew “di encama qezayeka silehan de miriye.”

Wezaretê da zanîn ku Onur Çapan çawişê pispor bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew leşker li herêma “şaxê zeytûnê” miriye.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Tirkiyeyê navê “şaxê zeytûnê” li êrişa xwe kir.

Divê were gotin ku bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) carinan li herêmên dagirkirî çalakiyên leşkerî li dar dixe û leşkerên Tirkiyeyê û komên çekdar dike hedef.

 

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:13:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x