Li Rojavayê Kurdistanê toreke 6 kesî ya MÎTê hat rûxandin

Di daxûyaniya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê de hatiye, ku piştî demek dirêj ji şopandina teknîkî û fîzîkî û di encamên agahiyên îstîxbaratî de torra 6 kesî ya girêdayî MÎTê girtine ku beşek ji wan endamên asayîşa Rojavayê Kurdistanê bixwe ne.

28.06.2020, Paz - 08:30

Li Rojavayê Kurdistanê toreke 6 kesî ya MÎTê hat rûxandin
Nuçe Belav bike

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku piştî şopandin û xebatên istixbaratî toreke sîxorî ya 6 kesî ku 2 ji wan jin in, girtine ku zanyarî dane dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê MÎTê.

Di daxûyaniya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê de hatiye, ku piştî demek dirêj ji şopandina teknîkî û fîzîkî û di encamên agahiyên îstîxbaratî de torra 6 kesî ya girêdayî MÎTê girtine ku beşek ji wan endamên asayîşa Rojavayê Kurdistanê bixwe ne.

Hat zanîn ku endamên wê tîma ku di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine desteserkirin, ji bo cihê fermandarên HSDê, rêxerên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxurkirinê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbir û leşfiroşiyê bidin meşandin, bo herêmê hatine şandin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîna endamên MÎTê yên bi navên, Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Murad û Mihad Hadî Hiso, didome.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên cuda de, di operasyonên ku pêk anibûn de, li herêm û bajarên cuda gelek kesên ku bi tometa sîxuriyê girtibûn.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 822 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:18:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x