Mazlûm Ebdî li ser bûyera helîkoptera Amerîkî daxuyaniyek da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê ketîna helîkoptera Amerîkî de ku tê de 22 Amerîkî birîndar bûbûn de got “Em ji bo birîndarên helîkoptera Amerîkî ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketiye xwarê şifayê dixwazin.”

13.06.2023, Sal - 18:33

Mazlûm Ebdî li ser bûyera helîkoptera Amerîkî daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Helîkoptreke Amerîkî di 11ê Hezîranê de li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketibû xwarê û tê de 22 Amerîkî birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê ketina helîkoptera Amerîkî de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî got Em ji bo birîndarên helîkoptera Amerîkî ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketiye xwarê şifayê dixwazin. Em pabendbûna xwe piştrast dikin ku em ê bi hevkarên xwe yên hevpeymaniya dijî DAIŞê re berdewam bin ji bo dabînkirina aramiya herêmê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x