Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî di twîttekê de ragihand, “Em tekez dikin ku ti pêwendiya hêzên me bi teqîna Stenbolê re nîne û em îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin.”
Di berdevamiya parveyê xwe de Mazlûm Kobanî herwiha dibêje, “Em ji malbatên windayan û gelê Tirk re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”