Mezlûm Ebdî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku Tirkiyeyê rawestînin

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ragehand, Tirkiye jêrxane û dezgehên medenî li Rojavayê Kurdistanê dike armanc, daxwazê jî ji Civaka Navdewletî dike ku maytêkirinê bikin û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin.

26.12.2023, Sal - 07:13

Mezlûm Ebdî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku Tirkiyeyê rawestînin
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Zêdebarî pabendbûna li ser daxwazkirina maf û silametiyên gelê xwe, em daxwazê ji Civaka Navdewletî dikin ku maytêkirin bikin û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin û seqamgiriya deverê biparêzin”.

Herwesa ragehandiye, “Bêdengiya Civaka Navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan amajeyeka nîgeranker e”.

Mezlûm Ebdî tekez kiriye, “Em hisabê ji bo lihevkirina bi Hevpeymaniya Navdewletî re dikin ji bo ku rewş xirabtir nebe û şerekê mezin rû nede".

Behsa wê yekê jî kiriye ku, êrîşên Tirkiyeyê werçerxaneka metirsîdar peyda kiriye, herwesa armanckirina jêrxane û dezgehên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dike”.

Gotiye jî, “Ev pêşhat zirareka mezin digehînin xelkê sivîl û amajeyek e ji bo siyaseteka nû ya qirkirinê”.

Amaje daye wê yekê jî ku, ev êrîş tirsê zêde dikin, ev yek jî seqamgiriyê têk dide û metirsiyên binpêkirina sinoran zêde dike.

Mezlûm Ebdî gotiye jî, “Em daxwazê ji Tirkiyeyê dikin ku bala xwe bide ser pirsên xwe yên navxweyî û di nav sinorên xwe de çare bike”.

Gotinên Mezlûm Ebdî piştî wê yekê hatin ku doh (Duşem, 25ê Berçileya 2023ê) artêşa Tirkiyeyê bi rêya dronan çend cihên her du bajarên Kobanî û Qamişloyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor amareka nû ya Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, he

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x