Mezlûm Ebdî: Kampa Holê wekî bombeyeke ku dê biteqe ye!

Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞiyên tê de dimînin bûye metirsiyeke mezin û Mezlûm Ebdî wê wekî bombeyekê bi nav dike.

18.03.2024, Pts - 11:40

Mezlûm Ebdî: Kampa Holê wekî bombeyeke ku dê biteqe ye!
Nuçe Belav bike

i gorî Neteweyên Yekbûyî ji ber hebûna jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê yên li nav kampê, ew êdî bûye kampa herî metirsîdar.

Kampa Holê niha yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rêveberiya Xweser e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser Kampa Holê hişyarî da.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:

“Hem ji aliyê madî û hem ji aliyê siyasî, manewî û civakî barekî mezin e.

Wekî bombeyeke ye ku dê biteqe. Ev pirsgirêk berdewam dikin.

Çareserî ew e ku her kes werin û însanên xwe ji wir bigirin û bibin.”

Rêvebera Kampa Holê jî ragihand ku gelek dewlet hene welatiyên xwe yên li ba wan piştguh kirine.

“Rewşa ewlehiyê ya herêmê bandorê li kampê dike”

Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henanê da zanîn:

“Dewlet hene qet li welatiyên xwe napirsin. Wekî Misir, Mexrib, Cezayîr, Libnan û gelek welatên din jî.

Rewşa Kampa Holê gelekî zehmet e. Em hewl didin rewşa xelkê baş bikin lê rewşa ewlehiyê ya herêmê bandoreke rasterast li kampê dike.”

Li Kampa Holê zarok ên herî zerermend û ji hemû mafên xwe bêpar in.

Koçbera Sûriyeyî Semîre Ebdullahê anî ziman:

“Zarok her tiştekî ku dibînin şok dibin. Tiştekî nizanin. Dema em behsa nargîleyê dikin dibêjin ew çi ye? Dema televîzyonê dibînin dibêjin ev çi ye?

Dibêjin dibe ku televîzyon wekî telefoneke mezin be.

Bi rastî ev 6 sal in em li vir gelekî aciz bûne. Jiyan li vir zehmet e, em di warê derûnî de têk çûne.”

Li Kampa Rojê ya navçeya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê jî zêdetirî 2 hezar û 500 jin û zarokên biyanî yên DAIŞê dijîn.

“Rewş li vir baştir e”

Jineke DAIŞî ya Rûsî Fatîme Îsayê got:

“Rewş li vir baştir e, spas ji Xwedê re. Em li nav çadirên xwe dimînin, otomobîl me dibe bazarê û vedigerîne.

Em diçin zarokên xwe dibînin. Me her tişt ji xwe re kiriye, heta televîzyon jî heye lê zarokan qet televîzyon nedîtiye.”

Li gorî amarên herî dawî, zêdetirî 43 hezar kesan li Kampa Holê dijîn ku 45 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Piraniya wan jî koçberên Îraqî û Sûriyeyî ne lê li beşeke taybet a vê kampê nêzîkî 6 hezar û 500 jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî dimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x