Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya Newrozê de behsa azadiya Efrînê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Newroz bi rêya peyamekê pîroz kir.

21.03.2024, Per - 09:13

Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya Newrozê de behsa azadiya Efrînê kir
Nuçe Belav bike

Mezlûm Ebdî di peyama xwe destnîşan kir ku dê gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî Newroza xwe li axa xwe bi awayekî azad pîroz bikin.

“Ev yek jî dê bi yekîtîya neteweyî ya Kurdî pêk bê”

Peyama Mezlûm Ebdî ya ji bo Newrozê bi vî rengî ye:

“Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz be.

Em di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tekez dikin ku dê gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî Newroza xwe di nava ewlehî û azadiyê de li bajarên xwe pîroz bikin.

Ev yek jî dê bi yekîtîya neteweyî ya Kurdî pêk bê, bila ev sala Kurdî jî bibe derfetek ji bo vê armancê.

Newroz sembola vejîn û azadiyê ye.

Bijî Newroz…”

Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:55:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x