Milîsên ASAyê li Efrînê dizî û talanê dikin

Hat ragihandin ku piştî milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) tevlî Efrînê bûn li bajêr dest bi dizî û talanê kirine.

19.03.2018, Pts - 07:53

Milîsên ASAyê li Efrînê dizî û talanê dikin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, piştî milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derbasî Efrînê bûn li bajêr dest bi dizî û talankirina mal, dikan û wesayîtên hemwelatiyên sivîl kirine. Li gor nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniyekî herêmî milîsên ASAyê dest bi talana mal û milkê welatiyên sivîl kirine.

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a AFPê wêneyên milîsên ASAyê ji nava bajarê Efrînê belav kirin ku têde diyar dibe ew çekdar mal, dikan û wesayîtan xelkê sivîl Efrînê talan û dikin û didizin.

Li gor amarên dawî yên berî êrişa navenda bajêr nêzîkî 280 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetir 680 welatiyên din jî birîndar bûn û zêdetir ji 175 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x