Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT), endamekî Encûmena Xwecihî ya nahyeya Bilbilê ya ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT), endamê Encûmena Xwecihî ya nahyeya Bilbilê ya ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê Mihemed Eseed Qasim girtine.
Mihemed Eseed Qasim xelkê gundê Qurne ya ser bi nahyeya Bilbilê ye, ev bêhtirî mehekê ye ku li Encûmena Xwecihî ya Bilbilê dest bi kar kiribû, piştî girtina wî ya ji aliyê Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT) rewşa wî ya dawî ne diyar e.