Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim dibêje, Armanca Tirkiyê ji devera ewle ew e 3 milyon penaberên Sûrî yên ku koçî Tirkiyê bûne li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bi cîh bike.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim ji rojnameya Ozgûr Politikayê re axivî û da zanîn, heger di nav plana herêmên biewle de Tirkiye cîh bigire, ew cih nagirin.
Salih Muslim dibêje, Serokê Amerîka Donald Trump plana herêmên bi ewle, bi riya Twitterê anîye rojevê. lê belê dewleta Tirkiyê dixwaze ev plan di bin kontrola wê de pêk were.
Serokê Amerîka Donald Trump ku berî çend rojan gotibû, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bikin.
Li gorî Salih Muslim: Tirkiyê dixweze demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhêre û 3 mîlyon penaberên Sûrî yên koçî Tirkiyê bûne, li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi cih bike.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê dide xuyakirin, pêwîstiya wan jî bi herêmeke ewle heye, lê ne armanc tunekirina deskeftên Kurdan be.
Li ser egera avakirina devera ewle, Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ew amade ne destekê bidin, bi mercê ku di bin garantiya navdewletî de be û hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji metirsiyên qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve were girtin."