Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Rêzdar Silêman OSSO re şand

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Rêzdar Silêman OSSO re şand.

06.06.2024, Per - 17:11

Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Rêzdar  Silêman OSSO re şand
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Rêzdar  Silêman OSSO re şand.

peyama pîrozbahîyê Mustafa Ozçelîk, wîhaye:

Rêzdar Silêman Osso,

Serokê ENKSê

Bi minasebeta hilbijartina we weke serokê ENKSê, ez li ser navê xwe û partîya me, cenabê we bi dilgermî pîroz dikim û di kar û xebata we ya hêja û bi rûmet de serketinê dixwazim!

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK) girîngîyek taybetî  didin dialog, hevkarî, yekitî û hevahengîya nava tevgerên neteweyî û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanî. Loma jî em xebat û têkoşîna ENKSê ya di vî warî de bi nirx û girîng dinirxînin.

Em di vê bawerîyê de ne ku serketina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya welatê me,  di yekitî, hevkarî, hevrêzî û dialoga nava partî, rêxistin û dezgehên me yên neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî de derbas dibe. Em di vê bawerîyê de ne, wê ENKS û cenabê we di vî warî de bi vê hesasîyetê tevbigerin. Em jî weke PWK amade ne ku di vî warî de çi bikeve ser milên me, pêk bînin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK) piştgir û alîkarên têkoşîna neteweyî, demokratîk ya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Bi vê bawerîyê, ez serkeftinê ji cenabê we û rêvberîya ENKSê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 980 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x