Alîkarê Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Krîza Herêmî ya Sûriyeyê David Carden derbarê êrişên li Rojavayê Kurdistanê got, “Em wisa dibînin ku êrişên ku bandor li sivîlan û binesaziyên li bakrrojhilatê Sûriyeyê dikirin, kêm bûne.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê de daxuyanî da.
Her wiha Alîkarê Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Krîza Herêmî ya Sûriyeyê David Carden jî bi rêya telefonê ji bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bû û bersiva pirsên rojnamegeran da.
David Carden bersiva çend pirsên Nûçegihanê ajansa Rûdawê Sînan Tunçdemîr da.
"Êriş û astengî kêm bûne"
David Carden li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Sînan Tuncdemîr a "Pêwendiyên we bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re çawa ne" got:
"Belê, ez dikarim bibêjim ku em dibînin êrişên li ser sivîl û jêrxaneya bakur û rojhilatê Sûriyeyê kêm bûne. Her wiha, li hin deverên Helebê jî astengiyên ku tevgera mirovan kêm dikirin sivik bûne."
"Temîrkirina Bendava Tişrînê girîn e"
Tuncdemîr pirsî bê ma agirbestê li Bendava Tişrînê çi bandor li ser alîkariyên mirovî kiriye û Carden jî girîngiya vê mijarê destnîşan kir û got
"Wekî nûçeyeke baş, wekî ku we jî amaje pê kir, temîrkirina Bendava Tişrînê berdewam e û ev xebat bi piştgiriya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) û UNICEFê pêk tên.
Ev pêşketineke gelekî girîng e ji ber ku dê av û elektirîkê bide zêdetirî 400 hezar kesên li rojhilatê Helebê dijîn.”
"Bi hezaran kes amade ne ku vegerin Efrînê"
Carden Li ser pirsa "Kurdên ku neçar man ji Efrînê koç bikin vedigerin malên xwe lê rastî hin astengiyan tên ji aliyê kesên ji derve ve hatine. Rewş li wir niha çawa ye?" wiha got:
"Em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê, dibînin ku bi hezaran mirovên koçber amade ne ku vegerin."(Rudaw)