PYD: Rûsya terorîstan li Efrînê bicîh dike û Sûriyê perçe dike

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dibêje, Rûsya dixwaze Sûriyê perçe bike û di dagirkirina Efrînê de jî alîkarî da Tirkiyê.

09.04.2018, Pts - 06:50

PYD: Rûsya terorîstan li Efrînê bicîh dike û Sûriyê perçe dike
Nuçe Belav bike

Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM/PYD) di daxuyanekê de ragihandiye: “Em wekî Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEMê tekez dikin ku em beşek ji xaka Sûriyê ne, têkoşîn û berxwedana me ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye. Rola me ne cihê nîqaşê ye.”

TEV-DEMê her wiha daye xuyakirin: “Pêwîst e doza Kurdî li Sûriyê were çareserkirin, ji ber ku doza Kurdî girêdayî çareseriya niştimanî ya aloziya Sûriyê ye.”

TEV-DEMê, Rûsya bi perçekirina Sûriyê tometbar kiriye û ragihandiye: “Dewleta Rûsya dixwaze Sûriyê perçe bike û li ser vî esasî tevdigere. Li Efrînê, Rûsyayê piştgirî da Tirkiyê ku beşek ji xaka Sûriyê bi rengekî eşkere dagir bike.”

Di daxuyaniya TEV-DEMê de amaje bi guhartina demografiya Efrînê hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Rûsya terorîstên li başûr û başûrê-rojhilatê Şamê ber bi Idlibê ve dişîne. Beriya du salan jî heman tişt kir ku terorîst ji Dareya derxistin û li Idlibê bi cih kirin. Îro li Efrînê jî terorîstan bi cih dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 822 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:05:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x