QSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike

Berdevkê fermî yê HSDê Talal Sulo diyar kir ku bi hatina rêveberiya Trump re DYAyê cara ewil wesayitên bizirx ji wan re şandiye. Sulo got ku wê DYA di nêz de wesayitên nû ji wan re bişîne. Rêveberên HSDê û yê MSDê derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

02.02.2017, Per - 09:33

QSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Serokdewletê DYAyê Donald Trump bi destpêkirina wezîfeyê re ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wesayitên bi zirx şand. Plana şandina çek û wesayitên leşkerî di dema rêveberiya Barack Obama de hatibû rojevê lê pêk nehatibû. Plan ji hêla rêveberiya Trump ve kete meriyetê. Di vê çarçoveyê de DYAYê wesayitên bizirx ên 4x4 yên ji hêla Kanadayê ve tên çêkirin ji HSDê re şand ku navê wan IAG Guardian APC ye.

Li gorî zanyariyên hatine bidest xistin DYA plan dike ku ji bilî van wesayitan, di rojên pêş de hin wesayit û çekên din ji HSDê re bişîne da ku di şerê li hemberî DAIŞê de bikar bînin.

Berdevkê HSDê Talal Sulo şandina wesayitan piştrast kir û wiha got: "DYAyê beriya niha bi 4-5 rojan wesayitên bi zirx da me ku ji bo barkirina şervanan e. 10 wesayit dan me. Çek nedan me lê wesayit dan me."

Sulo li ser pirsa ku 'tê gotin wê rêveberiya Trump alîkariyeke bêhtir bide HSDê?' wiha bersiv da: "Rast e. Rêveberiya Obama alîkariyek zêde bi me re nekir. Gelek tişt neda me. Lê rêveberiya Donald Trump 10 wesayitên bi zirx da nme. Rêveberiya Trump ji niha û pê de dê bêhtir alîkariyê bi me re bike. Ev 10 wesayitên ku DYAyê dane me ji bo Reqqayê ne. Bila ti kes nebêjin ev çek û wesayit ji bo Babê yan jî ciyekî din in. Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de ev alîkarî ji bo me tên kirin."

Sulo herwiha diyar kir ku ji bilî DYAYê ti welat çek nedane wan lê hin welat alîkariya şêwirmendîya leşkerî didin wan.

Hêjayî gotinê ye ku ev alîkarî piştî şandeyeke Rojava çû DYAyê û hevdîtin bi rêveberiya nû û ya kevn ên DYAyê re kirin pêk hat. Beriya sondxwarina Serokê nû yê DYAyê Donald Trump, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed û Serokê Meclîsa Suryanî Besam Ishaq tevlî şandekê çûn DYAyê û li vir bi ekîbên Obama û Trump re hin hevdîtin kirin. Di nava kesên ku şandeya Rojava hevdîtin li gel wan kirine de, nûnerên Kongreya DYAYê, yên Wezareta Karê Derve ya DYAyê û Koşka Spî jî hebûn ku Brett McGurk Nûnerê Taybet ê têkoşîna li dij DAIŞê Barack Obama jî hebû.

Derbarê serdanê û alîkariya DYAyê de Ilham Ehmed diyar kir ku ew û DYA bi hev re li hemberî DAIŞê têkoşîneke zehmet dimeşînin û wiha got: "Di têkoşîna li dijî DAIŞê de em û DYA hevbeş tevdigerin. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû ya DYAyê jî vê hevbeşiyê berdewam bike. Pêwistî bi têkoşîna li dij DAIŞê heye da ku li Sûriyê aramî pêk were."

Berpirsê Têkiliyên Derve Yê HSDê Abdulaziz Yunis jî ji ji bo heman mijarê got: "Rayedarên DYAyê him di çapemeniyê de him jî di hevdîtinên bi me re de diyar dikin ku ew ê alîkariya ji bo HSDê berdewam bikin. Sozên wan ên alîkariyê me kêfxweş dikin. Em jî dixwazin ku bu DYAyê re di nava têkiliyên baş de bin û hevkariya dijterorê berdewam bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 870 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:54:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x