QSD: Vegerandina çekan rojeva me de nine!

Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku çekên giran û wesayîtên mezin ên dane HSDê dê ji paşve bistînin, lê rayedarên HSDê eşkere kirin ku bi wan re hevdîtineke wiha nehatiye kirin. Berdeka YPJê Nesrîn Abdullah diyar kir ku Amerîka ji wan çekên giran û wesayîtên mezin ji paşve nexwestine.

30.11.2017, Per - 13:31

QSD: Vegerandina çekan rojeva me de nine!
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku çekên giran û wesayîtên mezin ên dane Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku hêza sereke ji YPG'ê pêk te, ji paşve bistînin. Lê rayedarên QSD'ê eşkere kirin ku div î mijarî de bi Amerîkayê re ti hevdîtin pêk neanîne.

Berdevkê YPJ'ê Nesrîn Abdullah derbarê mijarê de ji Sputnik'ê re axivî û diyar kir ku Amerîkayê ji wan çekên giran û wesayîtên mezin nexwestine û got: "Pentagon, Amerîka û koalîsyona navdewletî ji me çekan û wesayîtan nexwestine. Tiştek ji me re negotine. Divê mijarê de hevdîtin jî nehatiye kirin. Ji xwe ne dema hevdîtinê ye. Lewre hêj rêxistina terorîst a DAIŞ'ê bidawî nebûye. Em li Dêra Zorê li hemberî DAIŞ'ê hêj jî şer dikin. Ji paşvedayîna çekan ne di rojeve me de ne jî ya Amerîkayê de ye. Rojeva me têkoşîna li DAIŞ û terorîzmê ye. Dema li Sûriyeyê terorîzmê bidawî hat em dikarin êdî li ser mijara biaxivin. Dem ne dema nîqaşkirina vegerandina çekan e.

Abdullah li ser pirsa hûn ê çekan li Amerîkayê vegerînin wiha bersivand: "Çekên ku bo me tên dayîn em li dijî DAIŞ'ê bikar tînin. Me bi çekên ku hatin dayîn şereke bêhempa birêve bir. Gelo çek deste me de mane an jî nemane ku em ê ji paşve vegerînin. Me vê mijarê hêj bi Amerîkayê re neaxiviye. Ji ber vê jî em nikarin nirxandin derbarê wê de bikin. Hêj DAIŞ bidawî nebûye kî em vegerandina çekan nîqaş bikin."

Nesrîn Abdullah li ser pirsa dema Amerîka çekan ji we bistîne dê bandoreke çawa li parastina we bike de got: "Vegerandina çekan dê bandorê têkoşîna li DAIŞ'ê bike. Ji xwe çekên ji me re tên şandin tên qeydkirin û ji xwe çek li gorî hewcedariyan tên şandin."

Berpirsê Çapameniya QSD'ê Mistefa Balî jî ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku ji bo radestkirina çekan heta niha bi Amerîkayê re ti hevdîtin pêk neanîne û wiha pê de çû: "Tiştek wiha tine ne. Divê mijarî de ti kes bi me re hevdîtin pêk neaniye. Em, Pentagon û hêzên koalîsyona navdewletî hevkarî ji dijî terorîzmê dikin. Em hevkar in li dijî terorîzmê û hevkariya me jî dewam dike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x