Rêveberiya Xweser 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê kirin

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 50 jin û zarokên DAIŞiyan ên xelkê Tacikistanê radestî şandeyeke ji welatên wan kirin.

26.04.2024, Cum - 09:03

Rêveberiya Xweser 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê kirin
Nuçe Belav bike

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser hesabê xwe yê fermî ragihand ku 17 ji wan jin û 33 ji wan jî zarok in.

Li gorî daxuyaniyê, ew 50 kes li Kuwêtê radestî şandeya Tacikistanê hatine kirin.

Tacikistanê Gulana 2023yan jî 104 welatiyên xwe vegerandibûn ku 31 jin û 73 zarok bûn.

Herwiha sala 2022yan jî 146 jin û zarok vegerandibûn.

Niha li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran malbatên DAIŞiyan hene ku ji 60 welatên cuda ne.

Rêveberiya Xweser ji hikûmetên wan welatan dixwaze ku welatiyên xwe bibin.

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x