Rêveberiya Xweser li ser şewitandina ofîsên ENKSyê daxuyanî da

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, “Ti pêwendiya Rêveberiya Xweser bi şewitandina ofîsên ENKSyê re nîne.”

26.04.2024, Cum - 16:21

Rêveberiya Xweser li ser şewitandina ofîsên ENKSyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser şewitandina ofîsên ENKSyê daxuyanî da.

Îlham Ehmedê şewitandina ofîsên ENKSyê şermezar kir.

“Divê tawanbar bîn cezakirin”

Herwiha Îlham Ehmedê diyar kir, “Herçiqasî ev bûyer tên dubarekirin, divê saziyên pêwedîdar ên Rêveberiya Xweser van bûyeran bişopînin û di vî warî de lêkolînê bikin û tawanbaran jî ceza bikin.”

Îlham Ehmedê da zanîn ku ew tohmetên li ser wan ne rast in û got:

“Tohmetbarkirina Rêveberiya Xweser bi şewitandina ofîsên ENKSyê ji rastiyê dûr e.

Ji ber ku Rêvebriya Xweser zêde hewl dide ewlehî û aramiya herêmê biparêze, herwiha hemû aliyên siyasî sûdê ji xizmetguzariyan dibînin.”

Şewitandina ofîsên ENKSyê

24ê Nîsanê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku grûpeke çekdar ofîsên PDK-Syê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) yên li Qamişloyê şewitandin.

PDK-Syê da îdia kiribû ku “çekdarên ser bi PYDyê ve ofîsa wan a Qamişloyê û Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha wan a Tirbespiyê şewitandine.”

25ê Nîsanê Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê bûyera şewitandina ofîsên ENKSyê şermezar kiribû.

Di salên borî de jî çend caran ofîsên ENKS-PDK-Syê yên li çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesên nenas ve hatibûn şewitandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x