Rêvebirê Rojava: Em Efrînê radestî ti kesî nakin

Li gor daxuyaniya Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê Rêzan Gilo heta niha ti rêkeftin ji bo derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyeyê bo Efrînê nehatiye kirin.

19.02.2018, Pts - 05:57

Rêvebirê Rojava: Em Efrînê radestî ti kesî nakin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê Rêzan Gilo di axaftina xwe de got: "Efrîn beşek ji Sûriyeyê ye û rastî dagîrkeriyê tê, hemû yasayên navneteweyî têne binpêkirin û welatekî cîran dagîr dike. Ji ber wê jî ji erkê rêjîma Sûriyeyê ye li hember vê dagîrkeriyê helwesteke zelal bide."

Rêzan Gilo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha ti rêkerftin bi rêjîma Sûriyeyê re nehatiye kirin. Efrîna ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin ti carî radestî ti hêzekê nakin. Eger rêjîm helwesta xwe li hember dagîrkeriya Tirkiyeyê nîşan bide û bixwaze parastina sînorê xwe bike, em jê re nabin asteng."

Gilo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Efrînê rêveberiyek heye û divê rêjîma Sûriyeyê li vê mikur bê, federaliya li Bakurê Sûriyê qebûl bike, li ser vêê bingehê dibe ku hevrêzî were kirin, lê bi awayekî sînordarkirî. Me bakurê Sûriyê ji DAIŞ û hêzên terorê parast û rizgar kir. Em vê axê radestî kesekî nakin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:17:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x