Navenda Belgekirina Binpêkirinan û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê tevî 7 rêxistinên din ên Rojavayê Kurdistanê nameyeke hevbeş ji Donald Trump re şand.
Rêxistnên Rojavayê Kurdistanê di nameya xwe ya hevbeş de, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê pîroz kir.
Rêxistinan ji Donald Trump xwêst ku bi berpirsyarî li ser mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê raweste.
Di nameyê de hat gotin ku di îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de dê herêm rastî metirsiyên mezin bibe.
Tirkiyê û komên çekdar mixalefeta Sûriyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.
Di berdewamiya nameyê de hat diyarkirin ku heger hêzên Amerîkayê vekişin, êdî rewş dê gelekî zehmet bibe.
Tirkiye dê derbasî wan herêman bibe û rêxistinên çekdar ên alîgirên wê jî dê ziyaneke mezin bigihînin sivîlan.
Di heman demê de, pêvajoya guherîna demografîk dê berfirehtir bibe.
Her neh sazî û rêxistinan di nameya xwe de ji Donald Trump re eşkere kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê dê bibe sedema çêbûna karesatekê herêmî û cîhanî.
Saziyên ku name ji Donald Trump re şandiye ev in:
- Navenda Lêkolînên Yasayî, Almanya
- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê
- Malpera Efrîn Postê ya Nûçeyan
- Navenda Dadê ya Mafên Mirovan
- Navenda Belgekirina Binpêkirinan
- Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê
- Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF)
- Rêxistina Mehabadê ya Mafên Mirovan (MOHR)
- Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF)
Beriya bi çend rojan hevpeymanê serokê nû yê Amerîkayê Robert F Kennedy Jr. diyar kir ku Donald Trump dixwaze hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Robert F Kennedy Jr. da zanîn ku Donald Trump naxwaze leşkerên Amerîkayê di navbera topa agir a hêzên Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimînîn.
Ji sala 2014an ve, Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê piştgiriyê dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser e.
Baregehên Hêzên Amerîkayê, li Kobanî, Rimêlan, Dêrezor û Tebqa û Qamişloyê hene.
Gelek berpirsên Amerîkayê jî amaje bi wê yekê dikin ku divê leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bimînin da ku çavdêriya hewlên leşkerî yên Îranê bikin û rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigirin.
Donald Trump roja çarşemê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser ket û dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.