Îro 6 sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin

Berî 6 salan, di roja 20.1.2018 de artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn û gundewarê wê di roja 18.03.2018 de dagîr kirin.

18.03.2024, Pts - 07:15

Îro 6 sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin
Nuçe Belav bike

Berî 6 salan, di 20.01.2018 de artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn û gundewarê wê dagîr kirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd û birîndar bûn, dora 350 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Piştî 6 salan ji dagîrkirinê jî, hîna binpêkirinên mirovî, dizî û talan, birîn û hilkirina daran, destdanîn ser mal û milkên xelk û guhartina demografiya Efrînê berdewam e.

Roja 20.01.2018 Artêşa Tirkiyeyê bi top û mûşekan Efrîn û gund û navçeyên wê, Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê bi fermana artêşa Tirkiyeyê dest bi êrîşa bejahî li ser Efrînê kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxaneya Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn. Herwiha dora 350 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, pareke mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de hatin bicihkirin û parek din jî berê xwe da herêmên din ên Kurdî û Herêma Kurdistanê.

Piştî şerê 58 rojan, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18.03.2018 de derbasî bajarê Efrînê û gundewarê wê bûn û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefan de dijîn. Bi merema standina pereyan ji malbatên Efrînî, bi hezaran xort û keçên Kurd ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin û niha jî tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amarên çalakvanan, zêdetir ji 8500 welatiyên Efrînê di vê heyama bûrî de hatine revandin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar welatiyan ne diyar e.

Herwiha bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda yên Sûriyeyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin û demografiya Efrînê tê guhertin. Bi sed hezaran darên zeytûnan hatine desteserkirin û bi hezaran jî darên zeytûn û meyweyên din hatine hilkirin û qutkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdaran ve, piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyeyê bi amûrên kolandinê yên mezin hatine kolandin û wêrankirin. Li gor çalakvanên di warê şûnwaran de, entîke û şûnwaran ji Girê Cindirêsê, Keleha Nebî Horî, Keleha Semanê û Şikefta Duderî hatine dizîn û ji aliyê komên çekdaran û bazirganan ji bo derveyî Efrînê hatine derxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar zêdetir ji 50 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyeyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar salan berî Zayînê, piraniya wan giran bi alavên kolandinê hatine kolandin û têkdan û komên çekdar parek ji wan giran jî kirine navendên serbazî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:14:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x