'Rojava' hate avêtin lê gengeşe hîn berdewam e

Piştî navê federalîzmê li Rojavayê Kurdistanê bi Bakurê Sûriyê hate çesipandin, hejmarek ji partiyên di hundirê Encûmena Damezrêner de biryara guhertina nav xweparast in, hin serkirdên partiyên navhatî didin zanîn ku tevî giringiya projeya fediralîzmê lê guhertina navê wê dê di pêşerojê de bandora xwe li mafê gelê Kurd bike. Herwiha tekez dikin ku bi hemû awayên bidestxistî dê berevaniyê di ber helwesta xwe de bikin.

06.01.2017, Cum - 09:58

'Rojava' hate avêtin lê gengeşe hîn berdewam e
Nuçe Belav bike

Partiya kesk a Kurdistanî jî yek ji partiyên ku biryara guhertina nav xweparas kiriye, di beyanameyekê de eşkere dike ku, di hemû karê xwe yê fermî de navê federalîzma Rojava dê bikar bînin, serkirdên wê tekez jî dikin ku ewê bi hemû şêwazên demokratîk doza guhertina nav birêve bibin û di nav de jî mangirtin û xwepêşendan.

Di 29ê meha bûrî de Encûmena Damezrêner li ser rakirina gotina “Rojava” ji navnîşana fediralîzmê erê kir, ev yek jî bû cihê nerazîbûna hin part û endamên encûmena navbûrî, di dema ku hin alîgirên guhertina nav dibêjin ku bi şêwazekî demokratîk nav hatiye guhertin, hin hêzên din dibînin ku, rakirina peyva Rojava dê pirsgirêkan di nava projeya fediralîzmê de peyda bike û heye careke din mijara danîna navê Rojava di navnîşana fediralîzmê de vegere gengeşekirinê.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x