Rojavayê Kurdistanê: Amadehiyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin

Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi amadehiyên hilbijartinên şaredariyan kir.

15.04.2024, Pts - 09:28

Rojavayê Kurdistanê: Amadehiyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin
Nuçe Belav bike

Komîsyona Hilbijartinan dixwaze rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinan bikin.

Komisyona Hilbijartinan diyar kiriye ku 30ê Gulana 2024an hilbijartinên şaredariyan pêk werin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, niha li her 7 kantonên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mekanîzmaya pêkanîna hilbijartinan ketiye warê bicihanînê.

“Komîsyonên hilbijartinan li kantonan tên avakirin”

Hevseroka Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîmê li ser amadekariyên hilbijartinan ji Rûdawê re axivî û got:

"Komisyona Hilbijartinan dest bi avakirina komisyonên hilbijartinan ên kantonan kiriye.

Sazkirina ofîsên komisyonên hilbijartinan a li kantonan ji bo wergirtina daxwaznameyên berbijêrbûnê û îtirazan e.

 Komisyonên kantonan demkî ne,  tenê di dema hilbijartinan de tên avakirin.”

Rûken Mela Îbrahîmê,  ji aliyên siyasî yên xwedîruxset dixwaze ku beşdarî pêvajoya hilbijartinên şaredariyan bibin. 

Rûken Mela Îbrahîmê herwiha ji rêxistinên navneteweyî û xwecihî dixwaze ku çavdêriya pêvajoya hilbijartinan jî bikin.

Li gorî gotina Rûken Mela Îbrahîmê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 121 şaredarî hene û ew li ser 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye dabeş dibin.

Hilbijartinên 30ê Gulanê li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yekem hilbijartinên şaredariyan in.

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:48:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x