Cîgirê Sekreterê Ewlehiya Navneteweyî yê Komîteya Parastina Rûsyayê Aleksandr Venediktov operasyona Tirkiye ya Efrînê Amerîka proveke kir.
Cîgirê Sekreterê Ewlehiya Navneteweyî yê Komîteya Parastina Rûsyayê Aleksandr Venediktov di axaftina xwe de ragihand ku Amerîkayê bi dana çekên modern ên kurdan operasyona Tirkiye ya Efrîne proveke kir.
Aleksandr Venediktov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Bi rastî jî çekên modern dikevin destê kurdan. Alîkarî û sewkiyata çekên modern bo kurdên cudaxwaz operasyona Tirkiye ya Efrînê hat provekirin."
Vendiktov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka mudaxeleya aştî û aramiya Sûriyeyê dike û heta niha li herêmên YPGê nêzîkî 20 baregehên hewayî ava kirine.
Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herwiha Amerîkayê bêyî ku destûra rêvibiriya Şamê wergire li sînorê Sûriye-Urdinê li herêma El Tanfê qadeke nêzîkî 55 kîlometrokare îşxal kiriye. Li herêmê kampeke penaberan a Rukban heye û navê wê bi xirabî derketiye. Li wir milîtanên çekdar li ber pozê Amerîkayê bi serbestî tevdigerin."
Venediktov di dawiya axaftina xwe de got: "Çekên kîmyewî yên Sûriyeyê di bin çavdêriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de hatin îmhakirin. Rêvebiriya Şamê hevkariyeke xurt bi pisporên OPCWê re dimeşîne. Şam bi şêweyekî rêk û pêk ji bo madeyên kîmyewî ku ji herêmên di bin destê terorîstan rizgar dike de agahiyan dide."