Rûsya naxwaze Tirkiye êrîşî Rojava bike

Hikûmeta Rûsya daxwazê ji Tirkiyê dike operasyoneke serbazî ya din bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata HSDê de neke.

03.06.2022, Cum - 06:31

Rûsya naxwaze Tirkiye êrîşî Rojava bike
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 2ê Hezîrana 2022an Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova daxuyaniyek belav kir û got, “Em hêvîdar in ku Enqere xwe dûrî wan karan bixe, dibe ku bibin sedema têkçûneke metirsîdar a wê rewşa hestyar û zehmet ku niha li Sûriyê heye.”

Maria Zakharova anî ziman, “Tevgereke bi vî awayî, bê razîbûna hikûmeta rewa ya komara Erebî ya Sûriyê, dibe binpêkirineke rasterast bo serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û dibe sedema zêdebûna aloziyan li Sûriyê.”

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê piştî wê yekê hat, roja Çarşemê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan gefên xwe bo kirina operasyoneke serbazî bo ser navçeyên di bin desthilata HSDê de dubare kir û ragihand, “Em pêngaveke din ji bo çêkirina navçeya aram a 30 kîlometre davêjin ku li ser sînorê başûrê me ye. Em ê Til Rifat û Minbic ji şervanan paqij bikin.”

YPG ya ku baskê çekdarî yê PYDê ye, pêkhênerekî sereke yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê ye û Tirkiye jî wek baskê Sûriyê yê PKKê lê temaşe dike û her wek terorîst wan bi nav dike.

Maria Zakharova her wiha got, “Em ji dilgiraniya Tirkiyê derbarê gefa li ser asayîşa wê ya niştîmanî tê digihên ku li navçeyên sînorî li gel Sûriyê hev digirin lê bi nerîna Wezareta Derve ya Rûsyayê ev prisgirêk tenê di demekê de çareser dibe ew dema artêşa Sûriyê li navçeyê belav bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x