Rêxistina Asorî ya Demokratîk li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava derbarê girtina ofîsa xwe ji aliyê Asayîşa Partiya Yektiya Demokratîk(PYD)ve ragehand ku, ew ti carî li benda wê yekê namînin ku, muhletê ji desthilateke ne rewa nastîne.

Îro, li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava ofîs ragehandinê ya Rêxistina Asorî ya Demokratîk daxuyaniyek belav kir tê de girtina ofîsa xwe ji aliyê Asayîşa Partiya Yektiya Demokratîk(PYD) ve bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku, ew kiryar binpêkirina maf û yasayên navnetewî ne.
Di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku, ofîsa Rêxistina Asorî ya Demokratîk ya ku, di heman demê de navenda Desteya Aştiya navxweyî û karê civaka sivîl bû ti carî muhletê ji desthilateke ne rewa wernagre.
Herwiha daxwaz ji Partiya Yektiya Demokratîk(PYD) kir ku, ji wan siyasetên xwe vegere û rê bide hemû partiyên siyasî û sivîl kar û xebata xwe bikin, daku, navçe bi hemû pêkhateyên xwe jiyaneke aram û aştiyane bijîn.