Rêya Tirkiye ya Reqayê ji herêmên PYDê derbas dibe

Hat îdîakirin ku di hevdîtina Serfermandarê Artêşa Tirk Akar û Serfermandarê Artêşa Amerîkayê Dunfortî de 2 pilanên cida cida yên aliyê tirk hatiye ragihandin. Lê di herdû planan de jî rêyên ku diçin Reqayê ji herêmên di bin kontrolê PYDê de ne derbas dibe.

19.02.2017, Paz - 07:04

Rêya Tirkiye ya Reqayê ji herêmên PYDê derbas dibe
Nuçe Belav bike

Hevdîtinên derbarê operasyona Reqayê ya ku wek keleha DAIŞê tê zanîn berdewam in. Serfermandarê Giştî yê Tirk Hulusî Akar roja borî, li İncirlikê bi Serfermandarê Amerîkayê Joseph Dunfordî re hevdîtinek kir. Hat îdîakirin ku di vê hevdîtinê de Akarî 2 planên cida pêşkeşî Dunfordî kiriye ku di herduyan de jî rêya hêzên Tirk yên girêdayî TSKê ya bo Reqayê ji niqteyên kontrolê yê PYDê derbas dibin.

Li gorî nûçeya Ugur Erganê peyamnerê Huriyetê, plana yekem ji Akçakaleyê ya Rihayê, ji Til Ebyadê derbasî Reqayê dibe. Plana duyê jî, ji Elbabê ji aliyê Minbîcê derbas dibe ku di herdû rêyan de jî kontrolên hêzên PYDê hene.

Plana ku Enqere herî zêde giringiyê didiyê herêma di bin kontrola PYDê de, ya 54 km ji başûr ber bi Reqayê ve ye. Tirkiye ji bo vê planê korîdorek ji 20 kilometreyan pêk tê daxwaz kiriye. Eger plan bê qebûlkirin hêzên taybet ên Tirk û Amerîkî bi komandoyên ku ji aliyê Tirka ve bên perwerdekirin dê tevli Artêşa Azad derbasî Reqayê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x