Li ser gefên Serokomarê Tirikyê ên dijî li Rojhilatê Firatê. Aliyên Kurdî van gefan bi awayekî cidî werdigirin. Berpirsê Têkliyên Diplomasî yê TEV-DEMê Salih Mislim dibêje, êrîşa Tirkiyê li dijî berjewendiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî.
Berpirsê Têkliyên Diplomasî yê TEV-DEMê Salih Mislim ji K24 re got: “Êrîşeke wiha bibe, ne ji berjewendiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî. Ev êrîşa ku di vê dema ku şer li dijî DAIŞê hîna bidawî nebûye, tê wateya ku piştgîriya ji DAIŞê re ye. Ji aliyê me ve me ti carî cudahî nekiriye navbera bereya li başûr li dijî DAIŞê yan li bakur li hember Tirkiyê, ji ber ku her du jî yek in.”
Ji aliyê xwe ve, şirovekarên siyasî dibêjin, divê em bi çavên rastiyê li van gefa binerin, nemaze ku pêwendiyên Amêrîka bi hêzên Kurdî li deverê bi tenê di warê tektîkî de ye û neketiye warê diplomasî, ku ya herî giring e ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê.
Şirovekarê siyasî Mihemed Yûsif dibêje: “Em hemû vî tiştî dizanin, HSD, Rêveberiya Xweser û TEV-DEMê jî dizanîn ku pêwendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi me re tektîkî ne û ji bo DAIŞê ne. Dema DAIŞ lawaz dibe, HSDê jî pê re lawaz dibe. Tiştekî siyasî û dîplomasî di navbera me û wan tune ye, Rêveberiya Xweser heta niha nikariye xwe bigihîne navendên biryarên siyasî li Amerîka û Ewropayê. Dîplomasiya me lawaz e, em di bin dilovaniya wan de ne.”
Ji demekê ta demeke din Tirikyê gefan li dijî hêzên Kurdî li Rojhilatê Firatê dixwe. Berî demekê jî Tirikyê erîş li gelek xalên sînorî li Rojavayê Kurdistanê li Kobanê û Girê Spî kir, bi sedema wê jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şerê xwe li dijî DAIŞê rawestand, lê piştî navbênkariya Amêrîka ku êrîşên Tirikyê rawestiyan, HSDê vegeriya şerê DAIŞê li Dêra Zorê.
Pirsa herî sereke dimîne, gelo rewşa Rojavayê Kurdistanê dê bi ser çi sînaryoyên nû vebe, heger Tirikyê bi rastî dest bi oparasyonê kir?