Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim di axaaftina xwe de ragihand ku Amerîka jî vekişe em terka Minbicê nakin û li ber xwe bidin.
Salih Mislim li bajarê Stochholma Swêdê serdana kurdistaniyên ku li Parlamentoya Ewropayê dest bi grêva birçîbûnê kirine kir. Mislim di axaftina xwe ya K24ê de got: "Hevkariya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevkariyeke berjewendiye. Amerîka dixwaze ji rola HSDê ya sehayê îstîfade bike û lewma hevkariyê dike."
Mislim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger Amerîka dev ji şirîkatiya HSDê berde wê li Rojhilata Navîn şikestineke mezin bixwe. Em îhtîmala ku Tirkiye li hemberî Minbicê êrişeke çekdarî li dar bixe û Amerîka jî vekişe nadin. Hêza Sûriyeya Azad (HSD) li qadê xwe bi rêxistin dike û eger êrişeke wiha pêk were dê parastina