Serokê berê yê PYDê Salih Muslim, ku berpirsê pêwendiyên derve yên TEV-DEMê ye jî, li ser helwesta Serok Barzanî li ser Rojavayê Kurdistanê gotiye, Barzanî dikare bi rêka hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê hewla sekinandina êrişên Tirkiyê bide.
Salih Muslim pesnê bersiva Barzanî bo serokê Amerîka Donald Trump daye û gotiye, bila helwesta tevahiya kurdan mîna helwesta Barzanî be û “em spasiya helwesta kak Mesûd dikin”.