Salih Muslim û ​​​​​​​Asya Ebdullah bûn hevserokên nû yên PYDê

Asya Ebdullah û Salih Muslim, li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên nû yên PYDê hatin hilbijartin.

20.06.2022, Pts - 06:17

Salih Muslim û ​​​​​​​Asya Ebdullah bûn hevserokên nû yên PYDê
Nuçe Belav bike

Duhî li Hesekê 9emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Di roja yekem a kongreyê de, Asya Ebdullah û Salih Muslim, li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên nû yên PYDê hatin hilbijartin.

Kongrê ji bo hilbijartina 145 endamên Encûmena Giştî û endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê berdewam dibe.

Asya Ebdullah di 1971’ê de li gundê Tebke yê navçeya Dêrikê ji dayik bûye. Ew di kongreya 5'emîn a PYD de ku 2012an hatibû girêdan, ji bo hevserokatiya PYD’ê hatibû hilbijartin.

Salih Muslim jî ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye. Ew di 2010an de dibe serokê PYDê. Piştî sîstema hevserokatiyê di PYDê de hat avakirin, ew di 2012an de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û piştre jî di 2015an de jî careke din dibe hevserokê wê partiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:56:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x