Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwaneke 15 salî li Til Temirê revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve zarokeke 15 salî ji hefteyekê ve ji bajarokê Til Temirê revandiye û diya wê banga vegerandina wê dike.

06.03.2024, Çar - 05:54

Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwaneke 15 salî li Til Temirê revand
Nuçe Belav bike

Dayika bi navê Rojîn Kîkiyê ji K24 re got, keça wê Wesîle Kîkiyê ya 15 salî roja 28.2.2024an li dibistanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heya niha ti zanyarî derbarê wê tune ne.

Diya Wesîle got jî, wê serî li gelek deriyên saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mafên Zarokan û aliyên din ên pêwendîdar dane, lê heta niha ji aliyî zanyarî û agahî derbarê keça xwe de wernegirtine.

Rojîn Kîkiyê bi rêya K24ê re, bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan dike ku keça wê vegerînin malê.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x