Topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundên Efrîn û Şehbayê berdewam in

Artêşa Tirkiyê hejmarek gundên Efrînê û herêma Şehbayê yên di bin kontrola YPG û hêzên rêjîma Sûriyê de ne topbaran kirin.

17.06.2023, Cts - 18:28

Topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundên Efrîn û Şehbayê berdewam in
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve îro 17ê Hezîrana 2023an gundên derdora Bênê, Soxanekê û Aqîba Tat Maraş û Tinib ên Efrînê û gundên Til Enab û Til Cîcan ên li herêma Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan jî, di encama topbaranê de, agir bi zeviyên welatiyan ketiye û heta niha jî topbaran berdewam e.

Duhî jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve navenda nahiya Til Rifetê topbaran kiribû û topek jî li nexweşxaneya Til Rifetê ketibû û di encamê de 4 kes birîndar bûbûn.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dema Adara 2018an herêmê Efrînê dagîr kiribûn, 12 gundên li aliyê başûrê rohilatê Efrînê di destê YPGê de man.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî îro belav kir, hejmarek top li kampa Tirindê ya li Efrînê ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê jî, ew top ji navçeyên bakurê Helebê yên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyê û YPGê de hatine avêtin.

Çend roj in artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser navçeyên bakurê Helebê û Minbicê yên ku di destê YPG/HSD de ne, zêde kirine.

k24
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x