Trump sozek daye Mezlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, di pêwendiya telefonî de, Serokê Amerîka Donald Trump soza da, Tirkiyê siza bide. Tekez kir jî, ta niha ti rêkeftineke wan a siyasî bi rêjîma Sûriyê re nîn e.

17.10.2019, Per - 13:32

Trump sozek daye Mezlûm Ebdî
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê bi kenala “Ronahî” re ragihand, Amerîka sozên xwe bicih neanîn û hevpeymanên xwe neparastin. Amerîka ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re têk neçin, ew kar kiriye.

Mezlûm Ebdî amaje bi wê jî da, hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê berdewam e, lê ji ber parastina welatiyan, şerê DAIŞê rawestandine.

Tekez kir jî, ta niha di encama êrîşa Tirkiyê de 205 welatiyên sivîl şehîd bûne. Herwiha tekez kir jî, ta niha wan ti rêkeftineke siyasî bi rêjîma Sûriyê nekirine. Ewê heye, têgihîştinek e û ew dixwazin destkeftên xwe biparêzin.

Fermandarê Giştî yê HSDê got, 2 hêz dikarin êrîşa Tirkiyê rawestînin, ew jî Amerîka û Rûsyayê ne. Amerîka ji sînor vekişiya û niha Rûsya maye, ew jî hevpeymanê rêjîma Sûriyê ye.

Mezlûm Ebdî di beşeke din a axaftina xwe de dibêje, heger hêzên hikûmeta Sûriyê neçin bereyên şer, ew rê nadin wan ku biçin navçeyên ku şer tê de nîn e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1161 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x