Welatiyên Qamişlo ji ber birîna avê derketine xwepêşandanê

Li hember birîna avê, xelkê bajarê Qamişlo derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan û banga çareserkirina nebûna avê kirin.

18.06.2024, Sal - 11:16

Welatiyên Qamişlo ji ber birîna avê derketine xwepêşandanê
Nuçe Belav bike

Bi dehan xelkên taxa Hilêliyê yê bajarê Qamişlo li hember birîna avê derketina ser rêya sereke ya taxê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku pirsgirêka avê çareser bike û avê ji bo wan dabîn bike.

Ji heyama 2 hefteyan ve ye, gelek taxên bajarê Qamişlo wek taxa Hilêliyê, Xerbî û Erbewiyê bê av in, li taxên mayî jî her çend rojan av bi tenê çend demijmêran peyda dibe.

Krîza birîna avê hişt ku welatî bi buhayên bilind avê ji tankerên avê yên taybet bikirin ku ev jî dibe barekî din ê giran li ser milê welatiyan, bi taybet ku herêm bi tevahî di rewşeke aborî ya xirap re derbas dibe.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Avê di Rêveberiya Xweser de da zanîn, %80 ji pirsgirêka avê hatiye çareserkirin û di çend rojên bê de pirsgirêk bi temamî li bajêr tê çareserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:11:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x