YPGê li ser alîkariyên leşkeriyên Amerîka daxuyanî da

Duh Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, (Telal Silo) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandibû, ku Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji wan re çek û otomobîlên leşkerî şandine Rojavayê Kurdistanê.

01.02.2017, Çar - 16:12

 YPGê li ser alîkariyên leşkeriyên Amerîka daxuyanî da
Nuçe Belav bike

YPGê di daxuyaiyekê de red kir, ku Amerîkayê çek, otomobîlên leşkerî û panzer ji wan re şandibe.

Duh Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, (Telal Silo) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandibû, ku Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji wan re çek û otomobîlên leşkerî şandine Rojavayê Kurdistanê.

Li hin medya û dezgehên ragihandinê hatibû gotin, ku ew çek û otomobîlên serbazî ji bo YPGê hatine şandin û YPGê jî ew alîkariyên nû yên leşkerî wergirtine.

Li ser wê mijarê, YPGê daxuyaniyek da û ragihand, ku wan ti cure çek û otomobîlên leşkerî ji Amerîkayê wernegirtiye.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel, Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê ku hêzên wan ti çek û otomobîlên serbazî ji Hevpeymaniya Navdewletî wernegirtine.

Rêdûr Xelîl got: ʺDi demên dawî de hin saziyên çapemeniyê gotin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amarîka serkêşiya wê dike, panzer û otomobîlên veguhestina leşkeran, herwiha çekên pêşketî dane hêzên YPGê. Em weke hêzên YPGê tekez dibêjin ku ev agahî ji rastiyê dûrin, hêzên me di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ti çekên pêşketî ji Hevpeymaniya Navdewetlî wernegirtine.ʺ

Pentagon: Me wezayitên zihî ji HSDê re şandine

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway, duh sêşemiyê agahiyan ku behsa wê yekê dikirin, ku Amerîka ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re wesayitên zirhî şandiye, piştrast kir.

Rankine Galloway di daxuyaniya xwe de ragihandibû, ku wan wesayitên zirhî şandine û gotibû: “Me li gorî berpirsatiyên heyî, ji bo hêzên ku li Sûriyê şerê DAIŞê dikin, wezayiyên zirhî şandin. Ev wesayît, dema ku ew ber bi Reqayê ve pêş dikevin, dê wan ji bombeyên destçêkirî yên DAIŞê diparêze.”

Galloway diyar kiribû, berpirsyariyên ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama dabû nehatiye guhertin û siyaseta Pentagonê ya dayîna çekan bo Hêzên Sûriya Demokratîk û komên ereb ên girêdayî wan, berdewam e.

Herwiha Galloway anîbû ziman ku biryara şandina hêzeke bejayî ya 503 kesî neguheriye û gotibû: “Em ji raya giştî re eşkere nakin ku li wê derê çend leşkerên me hene, lê sînora herî jor a hejmara 503ê me derbas nekir. Dibe ku hejmara leşkeran guherî be, li ser vê mijarê nikarim agahiyekê piştrast bikim yan red bikim.”

Hevpeymaniya Navdewletî: Alîkarî bo HSDê bûne

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê John Dorrian jî agahiyan derbarê şandina alîkariyên leşkerî bo hin hêzên sûrî piştrast kir.

John Dorrian duh di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî ku ji hejmarek wesayitên zirhî pêkdihat, ji Hêzên Sûriyeya Demorkatîk re şandine.

Dorrian gotibû, ku ew alîkarî di şerê li dijî DAIŞê û bi taybet operasyona Reqayê de dê werin bikarbirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:03:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x