YPG: Me bi Rûsyayê re peymana hevkariyê îmze kir

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyand ku wan bi Rûsyayê di warê têkoşîna dijterorê de peymana hevkariyê îmzekirine. Berdevk Xelîl diyar kir ku di çarçoveya peymanê de tê pêşbinî ku Rûsya wê li Efrînê xwediyê hebûna leşkerî be.

20.03.2017, Pts - 13:40

YPG: Me bi Rûsyayê re peymana hevkariyê îmze kir
Nuçe Belav bike

Xelîl ji bo Sputnikê axivî û di derbarê peymana hevakrî ya di navbera Rûsya û YPGê de agahî dan.

Berdevkê YPGê ev tişt gotin: "Hebûna Rûsya ya li Efrînê xwe dispêre peymana YPGê û leşkerên Rûsî yên li Sûriyeyê. Peyman hevkariya têkoşîna dijterorê, perwerdekirina nûjen a yekîneyên YPGê ya ji aliyê leşkerên Rûsî ve û avakirina nuqteya ragihandinê ya bi yekîneyên Rûsî re di xwe de dihewîne."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hêj di derbarê agahiyên ku ji aliyê YPGê ve hatin dayîn de tu daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:25:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x