Di 6 mehên borî de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî kêmzêde her mehê 20 kolber û kasibkarên kurd hatine yan kuştin, yan jî birîndar kirin.
Li gor amarên navenda amarên Komeleya Mafê Mirov a Hengaw, di 6 mehên borî de ango ji 21ê Adarê heta 21ê Îlonê 2019ê, herî kêm 121 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê yan hatine kuştin, yan jî birîndar bûne, ku sedî 84ê wan bûyeran bi gule berdana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê ve pêkhatine.
Li gor heman raportê, di vê heyamê de 38 kolber û kasibkar hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne.
Herwaha ji vê hejmara hatiye ragehandin, 2 kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Tirkiyê û kolberek jî ji aliyê hêzên heşdî şeibî ve hatine kuştin.
-Herwaha hat ragehandin 104 bûyer ango ji wê jî 27 kes ku hatine kuştin û 77 kes jî birîndar bûne, bi gule berdana rasterast a hêzên ewlehiyê ve pêkhatiye.
- 10 bûyer jî ji ber rewşên xwezayî ango karesatên xwezayî pêkhatine û 7 kesan ji ber wê jiyana xwe ji dest dane, 3 kes jî birîndar bûne.
- 4 bûyer jî ji ber teqîna mayînê pêkhatine û ji wan jî kesekî jiyana xwe ji dest daye, 3 kes jî birîndar bûne.
- Herwaha bi bûyerên hatûçûnê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, kesek jî birîndar bûye.
Li gor parêzgehan jî bûyerên hatine jiyan kirin;
-Li parêzgeha Urmiyê: 83 bûyer pêkhatine û ji wan bûyeran 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.
- Parêzgeha Sine: 28 bûyer pêkhatine û 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne.
- Parêzgeha Kirmaşanê: 10 bûyer pêkhatine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 kes jî birîndar bûne.