Amerîkayê derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî de bertek nîşan da

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê Robert Malley, kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar kir.

17.09.2022, Cts - 07:57

Amerîkayê derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî de bertek nîşan da
Nuçe Belav bike

Robert Malley ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê, kuştina Jîna Emînî yê bi navê Mehsa Emînî tê nasîn û xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şermezar kir.

Di twîta xwe de Robert Malley diyar dike, divê Îran dest ji tundûtujiya li dijî jinan berde û encamderên vê tawanê jî weke berpirsyar bibîne.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre ji ber ku êşkence lê hatibû kirin, bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û îro piştî 3 rojan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Çî bu

“Jîna Emînî” ku li Îranê bi navê “Mehsa Emînî” hatiye nasandin, xelkê navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê û 22 salî bû û tevî malbata xwe ji bo serdankirina xizm û kesûkarên xwe çûbû Tehranê.

Roja sêşemê 13ê Îlona 2022yan dema ku Jîna Emînî bi birayê xwe re bûye, li stasyona Heqanî ya metroyê li Tehranê ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta ku pabendî hicaba îslamî nebûye, hatibû desteserkirin û bo girtîgeha polîs a li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû veguhastin.

Kesên ku di dema desteserkirinê de bi Jîna re bûne, ji medyaya Îranê re gotine ku di dema veguhastina bo navenda polîs de, polîsan li wê keça Kurd xistine û li navenda polîsan rewşa wê ya tendirustiyê xirab bûye.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, piştî ku rewşa tendirustiya wê li nexweşxaneyê xirab bûye, bi awayekî dereng bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Malbat û xizmên Jîna Emînî ragihandine, li nexweşxaneyê ji wan re hatiye gotin, Jîna tûşî krîza dil û mejî bûye û ji hişê xwe çûye û di komayê de ye.

Hejmarek rojnamevanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ji bijîşkên Nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê ragihandine, Jîna Emînî tûşî krîza mejî û dil nebûye, lê derb li ser wê hatiye xistin, ji ber wê jî serê wê şikestiye û tûşî xwînberbûna mejî bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x