Babeşêx Nasirî: Guman heye Rêzan Cawîd hesabên tesfiyeyî yên nav PKKê bixwe be

Yek ji şoreşger û rêveberê berê yê Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê radigehîne ku her diçe guman zêde dibin ku çima rêveberekî PKKê ji Rojhilatê Kurdistanê ve dibin Rojavayê Kurdistanê û li wê derê di proseyekî gumanî de tê kuştin.

13.08.2022, Cts - 12:59

Babeşêx Nasirî: Guman heye Rêzan Cawîd hesabên tesfiyeyî yên nav PKKê bixwe be
Nuçe Belav bike

Berî çend roja PKKê kuştina Rêzan Cawîd li Qamiişlo ya Rojavayê Kurdistanê ragehand, ku berî naha ji PKKê nîgeran bû û rexne li siyaseta PKKê kiribûn û sala 2019ê jî anîn ser kanala Newroz a PKKê êrîşî partiyên Kurdistanî kiribû.

Yek ji rêveberên Rojhilatê Kurdistanê ku berê rêveberê Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û naha jî çavdêrê siyasî ye Babeşêx Nasirî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêzan Cawîd xelkê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Rêzan Cawîd çend sale ji PKKê qut bibû, piştre li gel 2-3 kesên din nav PKKê de hatin girtin û piştre PKKê hemû derxistin televîzyonê û hevpeyvîn li gel wan da kirin. Bi taybet li gel Rêzan Cawîd, ku dijatiya hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û hemû partî wekî xayîn pênase kir.’’

Herwaha got: ‘’Piştî wê dengê wî nema û bêserûşûn bû û naha bi daxuyaniyekî gumanî ve behsa kuştina wî dikin. Ew endamê rêveberiya PJAKê bû, li Qamişlo çi dikir û ji bo çi li wê deverê bû? Pirsyar jî ew e Tirkiyê li wî da? Yan operasyona MÎT û Îtlaata Îranê bû? Yan jî tesfiya navxwe ya PKKê bû.’’

Babeşêx Nasirî got: ‘’Ew rewşên waha nav PKKê de zêde bûye, ku rêveberên xwe bixwe jinav dibin û gelek kesên rêveberiya berê ji tirsa PKKê çûne nav Partiya Komînîst û piştre PKKê ew ji wan standine û gule baran kirine. Dosya Rêzan Cawîd jî dibe ku heman senaryo be, ji ber ew demekî dirêj ji PKKê nîgeran bû.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x