Ciwanekî Baneyê bi teqeya hêzên Îranê hat kuştin

Li xaleke pişkinînê ya bajarê Baneyê, ku di dema nerazîbûnên vê dawiyê de hatiye danîn, teqe li ciwanekî hat kirin û jiyana xwe ji dest da, piştre xelk aciz bûne û binkeya hêzên emnî şewitandin.

23.03.2023, Per - 13:01

Ciwanekî Baneyê bi teqeya hêzên Îranê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, Bêhzad Ezîzî yê 19 salî li xaleke pişkinînê ya di navbera Bane û Boyînê de teqe lê hat kirin û birîndar bû, lê ji ber giraniya birîna xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî dan xuyakirin ku ev bûyer duh çêbûye, dema ku ew ciwan vedigeriya gundê xwe, hêzên emnî bêyî haydarkirin, teqe lê kirine û gulle ber serê wî ketiye.

Heman çavkanî didin zanîn ku piştre xelk çûne ser binkeya "Kerîmawa" ku teqe li wî ciwanî kiriye û şewitandine.

Ev di demekê de ye ku roja Çarşemê jî kolberek bi navê Hisên Xendanî li sînorê Hengejal ê Baneyê bi teqeya hêzên Îranê birîndar bû.

Li gorî amarên hatine bidestxistin sala borî 39 kolber hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x