Di mehekê de 20 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

Meha Tîrmehê 20 kolberên rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatin kuştin û birîndarkirin,

03.08.2020, Pts - 22:44

Di mehekê de 20 kolber hatin kuştin û birîndarkirin
Nuçe Belav bike

KolberanNekujin li ser Twitterê bûye trenda yekem a Îranê, çalakvanan û xelkê asayî yên rojhilatê Kurdistanê bi alîkariya navenda "hashtag for Kurd" helmeteke berfireh ji bo rêgiriya kuştina kolberan dane destpêkirin û di demeke kin de ev hashtag li ser Twitterê bû yekema Îranê.

Ev kampanya piştî wê yekê hat ku malpera Hengaw bo pirsên mafên mirovan a li rojhilatê Kurdistanê ragihand; tenê di nava meha Tîrmehê de 20 kolber bi teqeyên hêzên sînorparêz ên Îranê hatin kuştin û birîndar bûn. Di nava salekê de jî 79 kolber hatine kuştin û 170 kolber birîndar bûne.

Her çiqas rayedarên payebilind ên Îranê soza rêgirtina kuştina kolberan didin, piştî kuştina du xortên birayên hev ên bi navên "Ferhad û Azad Xusrewî" li Merîwanê, Îshaq Cehangîrî, Cîgirê Serokomarê Îranê ragihand; vê rûdanê bandor li ser wijdana civakê û rayedaran kiriye.

Berî niha jî Elî Xamineyî, Rêberê Bilind ê Şoreşa Komara Îslamî ya Îranê ragihandibû; divê rêgirî li qaçaxên mezin were kirin, ne kolberek ku çend kelûpelan daniye ser milê xwe.

Tevî hemû van gotinan, kuştina kolberan li sînorên navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê berdewam e.Heta wan çalakvanên ku nerazîbûna xwe nîşan didin jî, têne desteserkirin. Di karvedana dawî de 10 çalakvanên sivîl ên bajarê Bane bi tohmeta piştevaniya kolberan heta 30 mehan hatin zindanîkirin û bi 250 celde hatin cezakirin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 688 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:05:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x