Di navbera Komele û hêzên Îranê de şer: Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da

Li navçeya Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera komeke Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) û hêzên ewlehiyê yên Îranê de şer derket û fermandarekî Komeleyê canê xwe ji dest da.

20.09.2024, Cum - 10:25

Di navbera Komele û hêzên Îranê de şer: Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, li herêma Pîranekonê ya Merîwanê serê sibehê şer di navbera komeke Pêşmergeyên Komeleyê û hêzên nobedarên sînor ên Îranê de derketiye.

Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li ser şer daxuyaniyek belav kir.

Komeleyê diyar kir ku di wî şerî de Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleyê Rêbiwar Kerîmiyan canê xwe ji dest daye. 

Li gorî agahiyan, şerê Pêşmergeyan û hêzên Îranê heta piştî nîvro jî berdewam kiriye û hêzên Îranê herêm topbaran kiriye.

Fermandarê nobedarên sînor ên Îranê Ehmed Guderizî jî li ser şer daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Guhderizî da zanîn ku şer di navbera nobedarên sînor û Pêşmergeyan de derketiye û Pêşmergeyê Komeleyê Rêbiwar Kerîmiyan canê xwe ji dest daye û çend Pêşmerge jî birîndar bûne.

Li gorî gotina Ehmed Guderizî nobedarekî sînor ê Îranê jî birîndar bûye û tenduristiya wî baş e.

Rêbiwar Kerîmiyan sala 1980yî li gundê Darsêranê yê Merîwanê ji dayik bûye û sala 2001ê jî bûye Pêşmergeyê Komeleyê.

Her wiha piştî demekê bûye Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleyê.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 58 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:42:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x