Encama erdhejê: 12 hezar xanî bi temamî wêran bûne!

Li gor gotinên cîgirê navendî yê niştecîhbûna Îranê, di encama erdheja li Kirmaşanê de 12 hezar xaniyên gund û bajar bi temamî û sedî sed wêranbûne.

14.11.2017, Sal - 07:50

Encama erdhejê: 12 hezar xanî bi temamî wêran bûne!
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê cîgirê navendî yê niştecîhbûnê Mehdiyanî di civînekê de amaje bi vê yekê daye ku hêza wê erdhejê pir zêde bûye ku piraniya xaniyên gundên bajarê Dalaho, Serpêl Zehaw, Selasî Bawecanî û Ezgle bi temamî wêran bûne û li bajaran jî bêhtir ziyanên canî û madî li projeya xaniyên niştecîhbûna Mîhir pêkhatiye.

Li gor amarên dawiyê yên malperên fermî yên Îranê heta niha qasî 600 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane û 7370 kes jî birîndar bûne. Li gor xelkê ziyan dîtine û lê qewimî û qaymeqamê bajarê Qesrî Şirîn amara rasteqîn a kuştî û birîndaran gelek ji wan amarên fermî zêdetir e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x