HSD: Bila hikûmeta Sûriyê statûya Rojava qebûl bike

Îro li bajarê Hesekê civîna salane ya HSDê bi beşdariya 600 nûnerên YGP, YPJ, Ceyş Siwar, Lîwaya Şemal a Demokratîk, Eniya Kurdan, Encumena Suryanî ya Leşkerî, Senadîd birêve diçe.Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di gotarekê de bang li Şamê kir, çareseriyeke guncaw ji rewşa bakûrê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne û li Rêveberiya Xweser, HSD û mafên gelê Kurd di çarçova Sûriyeya piralî û yekgirtî de mikur were.Mezlûm Ebdî ragihand, gefên Tirkiyê li dijî HSDê û dagîrkirina Efrînê, bandoreke xirab li şerê li dijî DAIŞê kiriye. Hevpeymaniya Navdewletî jî hewl dide bi Tirkiyê re bigihê rêkeftinê.Ebdî her wiha da xuyakirin, HSDê bi hemû karînên xwe hewl dide kedên bi serperiştiya Amerîka bi Tirkiyê re tên kirin, biser bixe, rêkeftineke destpêkê jî derbarê bicîhkirina ewlehî û aramiyê li ser sînorê Tirkiyê heye.Mezlûm Ebdî tekez kir jî, Efrîn xala sereke ya piroseya aştiya bi Tirkiyê re ye û heta Efrîn venegere rewşa berê, aşitî li Sûriyê mayînde nabe.Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike xweseriya Rojavayê Kurdistanê qebûl bike.

24.08.2019, Cts - 12:39

HSD: Bila hikûmeta Sûriyê statûya Rojava qebûl bike
Nuçe Belav bike

Îro li bajarê Hesekê civîna salane ya HSDê bi beşdariya 600 nûnerên YGP, YPJ, Ceyş Siwar, Lîwaya Şemal a Demokratîk, Eniya Kurdan, Encumena Suryanî ya Leşkerî, Senadîd birêve diçe.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di gotarekê de bang li Şamê kir, çareseriyeke guncaw ji rewşa bakûrê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne û li Rêveberiya Xweser, HSD û mafên gelê Kurd di çarçova Sûriyeya piralî û yekgirtî de mikur were.

Mezlûm Ebdî ragihand, gefên Tirkiyê li dijî HSDê û dagîrkirina Efrînê, bandoreke xirab li şerê li dijî DAIŞê kiriye. Hevpeymaniya Navdewletî jî hewl dide bi Tirkiyê re bigihê rêkeftinê.

Ebdî her wiha da xuyakirin, HSDê bi hemû karînên xwe hewl dide kedên bi serperiştiya Amerîka bi Tirkiyê re tên kirin, biser bixe, rêkeftineke destpêkê jî derbarê bicîhkirina ewlehî û aramiyê li ser sînorê Tirkiyê heye.

Mezlûm Ebdî tekez kir jî, Efrîn xala sereke ya piroseya aştiya bi Tirkiyê re ye û heta Efrîn venegere rewşa berê, aşitî li Sûriyê mayînde nabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1011 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:16:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x