HSD radighîne, ew tu pirsgirêkê bi gerên çavdêriyê yên Tirkiye û Rûsyayê nabîn in, ger Tirkiyê neçar bike, ku êrîşên xwe rawestîn e.
Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat Kîno Gabriyêl ji Kurdistan24 re ragihand, gerên çavdêriyê yên Tirkiye û Rûsyayê, beşek ji rêkeftina wan her dû welatan e, ku HSD liser erê kiriye. Ew tu pirsgirêkê bi encamdan a wan geran nabîn in, ger Tirkiyê neçar bike, ku êrîşên xwe li ser navçeyê rawestîn e.
Îro gerek çavdêriyê yê Rûsya û Tirkiye encam da.
Hat ragihandin, ku gera din a çavdêriyê 2 hefteyên din dê lidar bikeve.