Ji Amerîkayê derbarê kuştina Jîna Emînê de daxuyanî

Koşka Spî derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya xelka Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê de ragihand ku “cajidestdana Jîna Emînî li zindanê binpêkariya eşkere ye ji azadiyê re”. Amerîka herwiha daxwaze dike ku lêpirsîn li wan kesan bê kirin ku, di ber kuştina Jîna Emînî de berpirs in.

20.09.2022, Sal - 06:37

Ji Amerîkayê derbarê kuştina Jîna Emînê de daxuyanî
Nuçe Belav bike

Berdevkê Encumena Giştî ya Ewlekariyê li Koşka Spî Adrian Watson derbarê kuştina Jina Kurd Jîna (Mehse) Emînî ya 22 salî ku li paytexta Îranê, Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû desteserkirin û di encama îşkenceyê de canê xwe ji dest dabû, daxuynî da.

Adrian Watson di daxuyaniya xwe de kuştina Jîna Emînî weke “binpêkirina zelal a azadiyan” pênase kir û got: “Cajidestdana Jîna Emînî li zindanê binpêkariya eşkere ye ji azadiyê re. Pêwîst e lêpirsîn ji wan kesan bê kirin ku, di ber canjidestdana Jîna Emînî de berpirs in.”

Watson herwiha tekez kir kir ku kuştina Jîna Emînî sivikayetî ye bi mafên mirovan û got: “cajidestdana Jîna Emînî diltevzên e û bîra me li cem kesûkarên wê ye.”

Êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022an di demekê de ku keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi birayê xwe Eşkan Emînî re bûye, li stasyona Heqanî ya metroyê li Tehranê ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta ku “pabendî hicaba îslamî nebûye”, hatibû desteserkirin û bo girtîgeha polîs a li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Polîsên Îranê piştî îşkenceyê li Jîna Emînî dikin wê radestî malbatê wê dikin. Keça Kurd roja 16ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x