Kolberekî din ê kurd bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin

Rêxistina “Hingaw” a mafên mirovan ragihand, kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Iranê hat kuştin.

12.09.2022, Pts - 11:22

Kolberekî din ê kurd bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin
Nuçe Belav bike

Rêxistina “Hingaw” îro Duşemê 12ê Îlona 2022an belav kir, kolberê Kurd Rizgar Mihemedzade yê 40 salî şeva 11ê Îlonê dema di karê kolberiyê de bû, li sînorê Banê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.

Ew rêxistina mafên mirovan dibêje, hêzên ewlehiyê yên Îranê ji mewdayeke nêzîk ve gule li kolberê Kurd Rizgar Mihemedzade reşandine.

Diyar kir jî, termê wî kolberî ji bo nexweşxaneya Selahedîn a bajarê Bane hatiye birin.

Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejariyê, neçar dibin ku karê kolberiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di rêyên dijwar re bikin, lê gelek caran jî rastî êrîşên hêzên Îranê tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x