Li bajarê Seqiz alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derket: kuştî hene

Piştî veşartina termê Jîna Emînî li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê alozî di navbera hemwelatiyan û hêzên ewlehiyê de derket.

17.09.2022, Cts - 12:23

Li bajarê Seqiz alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derket: kuştî hene
Nuçe Belav bike

Piştî veşartina termê keça Kurd a ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi lêdanê hat kuştin Jîna Emînî, li bajarê Rojhilatê Kurdistanê yê Seqizê, xelkê bajar xwepêşandan kir û di navbera hêzên ewlehiyê û hemwelatiyan de alozî derket û kesek bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Piştî veşartina termê Jîna Emînî li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê alozî di navbera hemwelatiyan û hêzên ewlehiyê de derket.

Çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê wergirtiye, hemû rêyên çûn û hatina bo nav bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine daxistin û bi armanca nîşandana nerazîbûnê xelkê bajar li pêş qaymeqamtiya Seqizê kombûn, lê ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve gule li wan hatin berdan.

Herwaha hat zanîn ku ciwanekî bi navê Keyan Dirêxşan ê temen 22 salî ji ber guleyên hêzên ewlehiya Îranê jiyana xwe ji dest dane û hejmarek hemwelatiyên din jî birîndar bûne.

Li gor çavkaniyekî din jî ragehandiye: Rêyên bajar daxistîne, ku li bajarên din ve xelk neçine alîkariya bajarê Seqizê û li Seqizê bi awayekî ketober girtina xelkê dane destpê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x